Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
“Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”
Tämän tuotteen tilaamme kustantajalta tai tukkurilta varastoomme. Saatavuusarvio on tuotekohtainen. Lähetämme toimitusvahvistuksen heti, kun tuote on toimitettu varastoltamme rahdinkuljettajalle. Arvioimme, että tuote lähetetään meiltä noin 1-3 viikossa.